Çi Bavtiyê Dike
Xwedê hêza çiyayekî girt,
Rûmeta darê,
Germahiya tava havînê,
Aramiya deryayeke bêdeng,
Ruhê comerd ê xwezayê,
Milê teselîdar ê şevê,
Aqilmendiya sedsalan,
Hêza firîna baylan,
Xweşiya sibeha biharê,
Baweriya wek tovek xerdelê,
Sebra bêdawîyê,
Kûrahiya hewcedariya malbatê,
Paşê Xwedê van taybetmendiyan li hev kir yek,
Dema ku tiştekî din nemabû ku lê zêde bike,
Ew dizanibû şahesera wî temam bû,
Û wî jê re got… Bav.
Dema weşandinê: 18ê Hezîrana 2022an